BRUKSEL
Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) der heqê êrîşên rêxistina PKKyê da wiha got: "YE ligel hikûmet û gelê Tirkiyeyê ye û hemû êrîşên terorîst şermezar dike."
Komisyona YEyê der barê êrîşên PKKyê de daxuyaniya nivîskî da AAyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Stenbolê êrîşên terorî yên li dijî Konsolosxaneya DYAyê û qereqola polêsan şermezar dikin û wiha hat gotin: "YE ligel hikûmet û gelê Tirkiyeyê ye û hemû êrîşên terorîst şermezar dike."
Komisyona YEyê di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşa li firokeyê ku li Şirnexê hat kirin û wiha hat gotin: "Di vê çarçoveyê de em terora PKKyê şermezar dikin. PKK di lîsteya terorê ya YEyê de ye. Dewletên endamê YEyê li dijî PKKyê têkoşîn didin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê li Tirkiyeyê bûyerên tundiyê rawestin û hat gotin divê pêvajoya çareseriyê dewam bike.