06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric ragihand, li Efrînê sivîl dixwazin herin cihên biewle lê YPG/PKKya rêxistina terorê hê pêşî li wan digre û nahêle ku herin.
Dujarric li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê mijarê da got, "Rayedarên herêmê hê destûrê nadin ku kes derkeve. Têkiliya me rast e rast bi rayedarên herêmê ra tuneye, lê pir girîng e ku meriv bi azadî bikaribin veqetin."
Berdevk Dujarric diyar kir, heta niha 5 hezar kes ji herêmê veqetiyane.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Însanî ya NYê Mark Lowcock jî hefteya borî PYD/PKKya rêxistina terorê wek "rayedarên herêmê" pênase kir û gotibû ku sivîlan li baregehên kontrolê didin sekinandin û nahêlin ku sivîl herin cihên ewletir.