11 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
DÊRAZOR/ANKARA
Dêrazor a li rojhilatê Sûriyeyê ji bo şerê di navbera DEAŞ û YPG/PKKya rêxistinên terorê da bû qadeke nû. Lewra YPG/PKKya rêxistina terorê bi pişgiriya Amerîka û Fransayê ji bo cihê dawîn ê li Dêrazorê di destê DEAŞê da hilde bin kontrola xwe hewl dide.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li Dêrazorê hatin hildan di rojên dawîn da li navçeya Heccîn a devera dawîn a di destê DEAŞÊ da ye ji hêla tevgera eskerî va çûn û hatin zêde ye.
Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DEAŞê Albay Sean Ryan ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û ragihand ku ji bo dawî hebûna DEAŞê ya ser sînorê Sûriye-Iraqê bînin dest bi operasyonê kirin.
Ev demek e ku hêzên Amerîka û Fransaya di bin banê koalîsyonê da tevlî YPG/PKKyê ji bo navçeyê bi dest bixin cebilxaneyên xwe datînin. Hêzên Amerîka û Fransayê ji ser Çemê Feratê keleka şer û çekên giran şandin herêmê.
Di vê çarçoveyê da DEAŞa rêxistina terorê jî li hemberî terorîstên YPG/PKKyê çalakiyan plan dike û tewdîran hildide.
Terorîstên DEAŞê malbatên xwe yên li navçeyê şandin bajarokên Şîîfe û Suseyê yên li ser navçeya Elbû Kemal a bi Iraqê ra sînorê wê heye.
- Ji bo YPG/PKKyê kemîn danîn
Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku DEAŞê ber destê sibehê li hemberî YPG/PKKyê kemîn danî û di şerê qewimî da ji YPG/PKKyê 10 terorîst hatin kuştin û 20 jî dîl ketin.
Şerê di navbera herdu rêxistinên terorê da dewam dike.
Li Dêrazorê niha bi qasî 2 hezar û 500 milîtanên DEAŞê û hene û ji wan bi qasî hezar kes li Heccînê ne.
YPG/PKK bi piştgiriya Amerîkayê herêmên kersax ên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ya li rojhilatê Çemê Feratê dagir dike.
DEAŞa rêxistina terorê jî bi tevahî li 3 deverên Sûriyeyê qadeke ji 6 hezar û 40 kîlometreqereyî pêk tê hebûna xwe didomîne û ji sedî 3,3ê axa Sûriyeyê di kontrola wê da ye.