Eşref Musa,Ethem Emre Özcan
11 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2022
YPG/PKKya rêxistina terorê ji Kobaniyê ya dagir kiriye 3 ji heman malbatê 4 zarokên din revand û wê çekê bide destê wan, tevlî nav rêxistinê bike.
Terorîstên YPG/PKKyî ji herêmên dagir kirine bi armanca xurtkirina refên xwe yên çekdarî zarokan bi kar tînin û vê yekê didomînin.
Redor El Ehmedê "Berdevkê Rabiteya Kurdan a Serbixwe ya Sûriyeyê" ya koma Kurd a mixalif daxuyan da nûçegihanê AAyê got ku terorîstên YPG/PKKyî ji gundê Helença ser navçeyê ye di 6ê Cotmehê da Î.A, (12) D.A. (13) û M.A. (14) ku ji heman malê ne û di 8ê Cotmehê da jî Ş. N. Mya keçika 14 salî revandine.
Ehmed ragihand ku terorîstên YPG/PKKyî di demên dawîn da ji bo qadroya xwe ya çekdarî revandina zarokan zêdetir kirine.
Koma terorê ya "Ciwanên Şoreşger" a qaşo girêdayî YPG/PKKyê di 28ê Îlonê da B.E.Kya ji ber dilê xwe nexweş bû, revandibûn.
Zarokên ku tên revandin ji rûyê terorîstan da nikarin bi malbatên xwe ra têkiliyê daynin.
- YPG/PKKyê di sala 2021ê da 221 zarok revand û çek da destê wan
Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di rapora "Şer û Pevçûnên Çekdarî û Zarokan a 2021ê" da daxuyand ku YPG/PKKya rêxistina terorê di sala 2021ê da 221 zarok revand û çek da destê wan.
Di raporê da hat gotin ku di nav "Hêzên Asayîşa Navxweyî" ya Amerîkayê ava kiribû û baskê YPG/PKKya rêxistina terorê da 24 zarok hene û di nav "Hêzên Rizgariya Efrînê" da jî di sala 2021ê da çek dane destê 2 zarokan.
Hatibû diyarkirin ku ji bilî vê YPG/PKKyê li Sûriyeyê di sala 2021ê da 55 zarok kuştine û "Hêzên Rizgariya Efrînê" û "Hêzên Asayîşa Navxweyî" jî di nav heman salê da 18 zarok kuştine.