Sevim Hatun
05 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
HATAY
Rojnameger-aktîvîstê Sûriyeyî Omar Madaniah got ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê di wextê xwe da hat destpêkirin û destnîşan kir ku, "Lewra rêxistinê li gelê Kurd jî zilm dikir. Evana qaşo li ser navê gelê Kurd xeber didin lêbelê yên ku herî zêde ji YPG/PKKê zirarê dibînin Kurd in."
Madaniahê ku 3 sal berê di êrişên rejima Esed ên ser herêma Cebel Ekradê de piyekî wî jê bû niha li Reyhanliya navçeya Hatayê dimîne.
Madaniahê ku geşedanên li Sûriyeyê radigihîne medyaya cîhanê, Herekata Çiqlê Zeytûnê ya ku li Efrînê hat destpêkirin jî ji nêz ve dişopîne.
Madaniah ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku axa Sûriye û Tirkiyeyê di hedefa YPG/PKKê de ye.
Madaniah diyar kir ku YPG/PKK ji bo Tirkiye û Sûriyeyê talûke ye û wiha axivî,"Operasyona Çiqlê Zeytûnê di wextê xwe da hat destpêkirin. Lewra rêxistinê li gelê Kurd jî zilm dikir. Evana qaşo li ser navê gelê Kurd xeber didin lêbelê yên ku herî zêde ji YPG/PKKê zirarê dibînin Kurd in."