Ayhan Mehmet
05 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2023
Hat ragihandin ku Kampa Lavrîonê ya nêzîkî Atînaya paytextê Yûnanistanê ye û Tirkiye wê weke "hêlîna terorê" dibîne, hatiye valakirin.
Teşkîlata Polêsan ya Yûnanistanê (ELAS) di daxuyaniya xwe da diyar kir ku 53 kesên li kampê diman li ciyên Wezareta Koçberî û Îlticayê hatine bicîkirin.
Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku avahiyên kampa di 1947an da hatiye avakirin ji ber ku xerab bûn vala kirine.
Li kampa ku li Lavrîona bajarê keştîgehê ya li rojhilatê başûrê Atînayê bû, paçên ku sîmgeya PKK/YPGya rêxistina terorê ne û posterên Abdullah Ocalanê serterorîst hatibûn daliqandin. Xaça Sor ya Yûnanistanê destek dida kampa koçberan û hin alîgirên rêxistinê yên xwe sipartine Yûnanistanê bi salan li wê derê diman.