Önder Beyter
16 Hezîran 2019•Rojanekirin: 17 Hezîran 2019
Hişyariya tsunamiyê ku piştî erdheja bi mezinahiya 7,4 pileyî a li giravên Kermadecê ya Zelanda Nû hatibû dayîn, kurtedemek şûnda hat rakirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Rêveberiya Parastina Sivîlan û Rewşa Bilez (MCDEM), li bakurê Zelanda Nû li Giravên Kermadecê bi mezinahiya 7,4 pileyî erdhej çêbû.
MCDEMê piştî erdhejê li Giravên Kermadecê ku qedera 800 kîlometre dûrî Zelanda Nû ye, destxwera hişyariya tsumaniyê da, lêbelê heman saziyê hişyarî rakir û daxuyand ku ji bo Zelanda Nû û welatên cîran tu xetereyeke tsunamiyê tuneye.
Li Zelanda Nû ku li ser xeta erdhejê ye, li bajarê Christchurchê sala 2011an bi mezinahiya 6,2 pileyî erdhej çêbûbû û di encamê da 185 kes miribûn, zêdetirî ji hezar û 500 kesî jî birîndar bûbûn.