İbrahim Atmaca
15 Nîsan 2020•Rojanekirin: 16 Nîsan 2020
Zelenskiy dîmenek parve kir û der heqê agirê ku di 4ê nîsanê da bi daristana herêma Çernobîlê ket da daxuyanî da.
Zelenskiy diyar kir ku çend roj berê 6 deverên ku agir pê ketibûn hatin temirandin û wiha dewam kir, "Ji bo Santrala Nukleerê ya Çernobîlê, depoya avêtiyên radyasyonê û objeyên din ên krîtîk tu tehdîd tuneye."
Zelenskiy bangî gel kir û wiha got, "Dersa ku di 26ê nîsana 1986an da dan, tê bîra me. Kes wê nikaribe rastiyê ji we veşêre. Rastî ew e ku rewşa li wê derê di binê kontrolê da ye. Li Kîev û herêma Kîevê rêjeya radyasyonê di sînorên normal da ye."
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Anton Geraşçenko jî got ku agir hat temirandin, lê li hin cihên ku pûş û pelaş lê heye, hê dû radibe.