ANKARA
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîfê ku wê îro ji bo hin hevdîtinên fermî bihata Tirkiyeyê nehat û hat daxuyandin ku ziyareta wî hat taloqkirin.
Der barê sedema taloqkirinê de tu daxuyanî nehat dayîn.
Cewad Zarîf wê îro bi Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û heyetan re hevdîtin bikira. Piştî hevdîtina Zarîf û Çavuşoglu wê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar bihata dayîn.