Nihat Kavşut
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
TEHRAN
Hat ragihandin li dijî Meclisa Îranê bi çekan û li dijî tirba Ayetullah Xumeynî bi bombeyê êrîş hat kirin. Di encama êrîşê da 7 kes mirin. Hat ragihandin ku êrîşkaran 4 kes jî rehîn girtine.
Li gor nûçeyên di medyaya dewletê ya Îranê da derketin di êrîşa li dijî Meclisa Îranê de heta niha 7 kes mirine û 4 kes jî ji aliyê êrîşkaran va hatine dîlgirtin.
Li gor nûçeyên serê sibê hat dayîn de 4 kesan bi çekan êrîşî Meclisa Îranê kirin. Ji bo girtina êrîşkaran operasyon hê dewam dikin.
Wek mayîn li ber tirba Ayetullah Xumeynî jî êrîşeke bombeyî hat kirin. Li gor medyaya Îranê ev êrîş jî êrîşa xwekujiyê ye.
Li gor agahiyan di êrîşa dijî Meclisê da herî kêm 8 û di êrîşa dijî tirba Xumeynî da herî kêm 2 kes birîndar bûn.
Hat destnîşankirin di nav birîndaran da xebatkarên ewlehiyê jî hene.