Fatih Gazioğlu
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
QUDS
Hat ragihandin ku hin cihûyên fanatîk bi arîkariya polêsan ketine hewşa Mescida Eqsayê.
Berdevkê Çapemeniya Weqfên Îslamî ya Qudsê Firas Dibs daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji serê sibê heta niha bi dehan cihû bi arîkariya polêsên Îsraîlê ji deriyê Mexaribê va hatine hewşa Mescida Eqsayê.
Ji aliyê din va polêsên Îsraîlê daxuyaniyek da û gotin wan li Rojhilatê Qudsê û derdorê Mescidê Eqsayê ji ber roja şînê ya "Tîşa Beav"ê hin tedbîrên ewlehiyê wergirtine.
Rêveberiya Îsraîlê ji sala 2003an heta niha destûrê dide îxlalên cihûyan û îtirazên filistîniyan qebûl nake.