20 Sibat 2016•Rojanekirin: 23 Sibat 2016
HATAY
Li çiyayê tirkmen û herêma Cebel Ekrad li Lazqiyeya Sûriyeyê pevçûn dewam dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî wergirt, rejima Esed û jetên Rûsyayê êrîşî Kunsubbeya Cebel Ekrada di destê mixalifan û Sarraf, Kelez û Kurucya li çiyayê tirkmen kirin.
Hat destnîşankirin ku di navbera hêzên rejimê û mixalifan da pevçûn dewam dikin û 5 kesên ku birîndar bûn jî anîn ber sînorê Yayladagiyê.
Hat diyarkirin ku piştî midaxeleya ewil kesên birîndar sewqî nexweşxaneyên li Hatayê kirin.