Haydar Şahin
23 Sibat 2019•Rojanekirin: 24 Sibat 2019
Nîqaşên li ser pêvajoya vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê dewam dikin. Hat îdiakirin ku rêveberiya Amerîkayê ew ê 200 eskerên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyeyê 200 eskerên xwe jî li başûrê rojhilatê Sûriyeyê bihêle.
Washîngton Postê di xebera xwe da rayedarekî payebilind ê ku navê wî neda wekî çavkanî nîşan da û îdia kir ku rêveberiya Trump piştî vekişîna ji Sûriyeyê ew ê kêmzêde 400 eskerên xwe li Sûriyeyê bihêle.
Sarah Sandersa Berdevka Qesra Sipî duh di daxuyaniya xwe da gotibû, "Kêmzêde 200 eskerên me ew ê li Sûriyeyê bimînin" û piştî îdia derketibûn holê û di şîroveyan da gotibûn stratejiya vekişînê ya Amerîkayê hê eşkere nîne.
Piştî daxuyaniya Sandersê hê ji Qesra Sipî li ser îdiaya "400 eskerî" daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Di xebera Washîngton Postê da hat gotin ku nîvê 400 eskerî ew ê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê nîvê din jî li başûrê rojhilatê Sûriyeyê bimînin.
Sandersê bersivên eşkere neda pirsên li ser mijarê û di kanala Fox Newsê da daxuyanî da û got, "Têkiliya me ya bi mitefîqên me ra ji nêz va didome û em ê vê bidomînin. Serok Trump dixwaze ku yekîneyên me vegerin malê û ji bo vê dixebite."
Sandersa Berdevka Qesra Sipî diyar kiribû ku piştî vekiînê Amerîkayê ji bo "parastina aştiyê" li Sûriyeyê 200 eskerên xwe bihêle.