09 Adar 2016•Rojanekirin: 10 Adar 2016
KERKÛK
Hat îdiakirin ku DAEŞa rêxistina terorê bi fîşengên hewan û kaytûşayê va ku tê da xaza kîmyasal heye, êrîşî bajaroka Tazexûrmatûya Kerkûkê kir.
Midûrê Polêsan yê Tazexûrmatûyê Salah Ebbas daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "DAEŞa rêxistina terorê duh bi şev ji gundê Beşîriyê bi fîşengên hawan û kaytûşayê va êrîşî Tazexûrmatûyê kir. Di demeke kurt da nêzî 42 fîşengên hewanê li herêmê ketin. Piştî teqînê xazek derket û pênc welatî ji gazê xwe va çûn."
Ebbas got ku DAEŞê bi heman awayî êrîşî herêmên din jî kir û wiha dewam kir: "Gelek welatiyên bajarokê piştî êrîşa hewanê bêhna wan diçikiya û hêsir ketin çavên wan. Em şikê dibin ser xaza kîmyasalê."
Ebbas got ku şêniyên bajarokê piştî vê êrîşa dawiyê ditirsin û ne hewan û katyûşa, ew her kes ji çeka kîmyewî tirsiya.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) beriya niha daxuyanî dabû û piştrast kiribû ku DAEŞa rêxistina terorê bi xaza hardal û klorê va êrîş birin ser pêşmergeyan.
DAEŞa rêxistina terorê di 2014an da êrîşî Iraqê kiribû û gundê Beşîriyê wê demê bi dest xistibû. Ev gund 5 kîlomêtre dûrî Tazexûrmatûyê ye.