ERBÎL
Hevserokê Partiya Yekîtî û Demokrasiyê (PYD) Salih Muslim der barê îdiayên ku dê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî re hevdîtinê bike de got: "Em bira ne, her tişt erênî ye, çima nebe. Ku birêz Barzanî min vexwîne înşeallah ez ê beşdar bibim."
Hevserokê PYDê Salih Muslim di têlefonê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê hevdîtina ku dê bi Barzanî re bike de wiha got: "Em jî ji bo hevdîtinê xwe amade dikin. Înşeallah geşedanên nû dê çêbin. Dibe ku hevdîtineke wiha çêbibe."
Muslim destnîşan kir ku Barzanî heya niha wî venexwendiye û wiha dewam kir: Ez jî nûçeyan li ser medyayê dişopînim. Her hal dawetekê were. Em bira ne, her tişt erênî ye, çima nebe. Ku birêz Barzanî min vexwîne înşeallah ez ê beşdar bibim.
Tê îdiakirin ku Parlementera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana û Serokê Şaredariya Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemir jî dê beşdarî civîna Barzanî û Muslim ya li Hewlêrê bibe.