KAHİRE/EL-ARİŞ/İSKENDERİYE
Şêwirmendê Çapemeniyê yê Serokomarê Berwext yê Misrê yê Adlî Mansûr, Ahmed el-Mislimanî daxuyaniyek da ajansa MENAyê û got ku nûçeyên ku di çapemeniya rojavayê de derketine û dibêjin: "Artêş û hukûmet ji ber ku xwepêşan bi dawî bibin û qeyrana heyî çareser bibe, hin serokên Îxwanê dê serbest berde û 3 wezîrtî dê bide wan." ne rast in.
Ji serokên Teşkîlata Îxwanên Muslumîn Cemal Haşmet daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got: "Îxwan perçeyek ji Koalisyona Neteweyî ye ku derbê red dike û meşrûiyetê diparêze. Ji ber wê dê ji koalîsyonê gaveke cudatir neavêje. Hedefa îdiayên di çapemeniyê de, hêzên neteweyî yên li dijderbeyê perçekirin e."
Ji serokên Îxwanê Mûhammed Biltaci da zanîn ku hedefa îdiayên di çapemeniyê de, hêzên neteweyî yên li dijderbeyê perçekirin e û wiha pê de çû:
"Yên ku van îdiayan belav dikin dê li hemberê vegerîna Srokomarê hilbijartî, vebûna Meclisa Şûrayê, dadkirina kujeran, makezagonê û Koalisyonê bi ser nekevin. Em ji hemû hevdîtin û teşebûsê re hurmetkar in, lê bila bê zanîn ku Serokomar Mûrsî û Koalîsyon dê dev ji daxwazên xwe neqerin. Tekane destûrmendê ku bikare li ser navê gel biaxive, Serokomar Mûhammed Mûrsî ye." .
Ji hêla din ji Teşkîlata Îxwanên Muslîmîn daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat zanîn ku li herêma Burc el-Araba Îskenderiyeyê 50 girtiyên di Girtîgeha Garbanyatê de ji bo muemela xerab protesto bikin, ketine greva birçîbûnê.
Kurê Mûrsî Ûsame got: "Em saziyên ku bi birêvebiriya leşkerî ve girêdayî ne, meşrû nabînin."
Di vê navberê de kurê Mûhammed Mûrsî Ûsame Mûrsî jî tevil xwepêşanên li qada Rabiatul Adewiyyeyê bû û daxuyaniyek da AAyê û da zanîn ji bo ku girtina bavê xwe bixe nav arenaya cîhanê bi parêzerên li İngilistanê re axiviye.
Her wiha kurê Mûrsî got ku ji 3yê tîrmehê vir de ye me bi tu şiklî ji bavê min agahiyek nesitandiye.