Ahmet Dursun
26 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2023
ANKARA (AA) - Îranê îdia kir, daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden ya wî der heqê êrîşên dijî eskerên Amerîkayê yên li herêmê da peyama hişyariyê ji rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xamneyî ra şand, ne rast e.
Alîkarê Berpirsê Karûbarên Siyasî yê Ofîsa Serokomariya Îranê Mihemed Cemşîdî di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê da diyar kir, wan ji Serokê Amerkayê Biden peyama "ricayê" wergirt ne ya "hişyariyê".
Cemşîdî destnîşan kir, peyamên ji rêveberiya Amerîkayê hatin şandin, berevajiyê gotina Biden ne ji bo Xamneyî bûn û wiha got, "Peyamên Amerîkayê ne ji bo lîderê şoreşê bû û ne jî xeynî teleb û daxwazên wan ên ji Îranê tiştekî din bû. Ku Biden difikire hişyarî daye Îranê, divê ji ekîba xwe bixwaze ku deqa peyamê nîşanî wî bikin."
Serokê Amerîkayê Biden duh li Washingtonê di civîna çapemeniyê ya hevbeş a digel Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese da wiha gotibû, "Min hişyarî da Ayetullah (rêberê dînî yê Îranê Xamneyî) ku li hemberî eskerên me vê tevgera xwe bidomînin em ê bersivê bidin û divê ji bo vê amade bin."