Ahmet Dursun
11 Îlon 2026•Rojanekirin: 11 Îlon 2026
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku di 14ê îlonê da li Umanê bi beşdariya Îranê û 8 welatên li Kendava Besrayê perava wan heye di asta wezîran da civîna herêmî bê kirin.
Li gor IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Berdevkê Wezareta Karên Derva daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku bi beşdariya welatên li peravên Kendava Besrayê dê civîneke herêmî li dar bixin.
Beaqyî da zanîn ku civîn dê di 14ê îlonê da di asta wezîran da bê kirin û got ku dê di civîna ku dê bi beşdarî Îran, Iraq û welatên din ên li peravên Kendava Besrayê roja duşemê bi mazûvantiya Umanê bê kirin digel mijarên herêmî dê encamûn hevdîtinên di navbera Îran-Umanê da yên ji bo diyarkirina rotayên ewle yên ji bo keştiyên bazirganî yên li Geliyê Hurmuzê jî bên gotûbêjkirin.
Beqayî destnîşan kir ku Îran ji bo ku ewlehiya li Geliyê Hurmuzê bê pêkanîn hewl dide û destnîşan kir ku heta ku dorpêçiya behrê û midaxeleyên Amerîkayê dewam bikin nikarin li Geliyê Hurmuzê ewlehiya keştiyan garantî bikin.