Ahmet Aydın
12 Tebax 2019•Rojanekirin: 13 Tebax 2019
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî destnîşan kir ku helwesta Amerîkayiyan ya li Kendava Besreyê şaş e û daxwaz kir ku rêveberiya Washingtonê helwesta xwe biguherîne.
Rûhanî anî ziman ku daxistana rageşiyê li herêmê dê di berjewendiya hemî aliyan de be û wiha got, "Ez hêvîdarim Amerîkayî fêm bikin ku rêya li ber wan şaş e. Dê serkeftiyê van polîtîkayan çênebe û pêdivê helwesta xwe rast bikin."
Serokomar Rûhanî bibîr xist ku Îran giringiyeke taybet dide teqwiyekirin û parastina Kendava Besreyê, Geliyê Hurmuzê û Deryaya Ummanê û tekezî li wê yekê kir parastina asayişê li herêmê, dê di berjewendiya hemî aliyan de be.