Mustafa Melih Ahıshalı
18 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2024
Îranê ragihand di êrîşa bi moşek ya ku Pakistanê bir li ser gundekî li herêma sînor da jê 3 jin û 4 jî zarok tevahî 9 kes hatin kuştin.
Alîkarê Waliyê Sîstan Belûcistanê Elî Riza Merhemetî ji televîzyona fermî ya Îranê ra axivî û diyar kir ku danê sibê Pakistanê êrîşî gundekî li sînorê eyaletê kir.
Merhemetî wiha got "Di vê êrîşê da 3 jin û 4 zarokên ne Îranî hatin kuştin."
Merhemetî diyar kir ku li bajarê Serawanê ya eyaletê jî teqînek çêbû, lê tu kes nemir.