Türkan Tosun
12 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
BEXDA
Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder el-Ebadî got Îranê rê li ber wî girtiye ku ew cara duyem bibe serokwezîr.
Ebadî daxuyanî da kanala televizyoneke herêmî û wiha got: "Bawerim ji ber ku min got emê mueyîdeyên Amerîkayê bixin rewacê Îranê rê li ber min girt ez cara duyem bibim serokwezîr. Îranî bi rastî ji vê tirsiyan. Ji ber vê piştgirî dan serokwezîrê niha (Adil Abdulmehdî)."
Ebadî behsa tevgera Amerîkayê ya li hember DEAŞê jî kir û wiha got: "Amerîkayê nedixwest DEAŞ biqede. Bi taybetî li Enbarê şûna ku DEAŞê tune bike, xwest hilde bin kontrolê."