Haydar Şahin
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
QUDIS
Tariq Heşlemûnê ji wezîfedarên Eqsayê yê ku meqamên Îsralê ceza dayê ku ji Mescida Eqsayê dûr bisekine got aramanca Îsraîlê ew e ku ji bo cihûyên fanatîk rîtuelên xwe bi rihetî bikin parêzvanên dildar ên ji Filistînê ji Herema Şerîfê dûr bixe.
Heşlemûn daxuyanî da nûçegihanê AAy û diyar kir ku meqamên Îsraîlê di van demên dawîn da herî kêm 40 wezîfedarên Eqsayê bi hin hincetan va ji herêmê dûr xist û ceza dayê.
Heşlemûn destnîşan kir ku di vê demê da kêm zêde 100 cihûyên fanatîk bi polêsên Îsraîlê ra ketin Herema Şerîfê û got, "Yekeyên îstixbarata Îsraîlê li ser agahiyên ku dibêjin em ê li dijî cihûyên fanatîk Herema Şerîf biparêzin, me ji vê derê dûr dixe. Armanca Îsraîlê ew e ku me ji vê derê dûr bixe û ji cihûyên fanatîk ra rê veke. Li bendê ne ku ji bo cihûyên fanatîk Mescida Eqsayê vala bikin.
Heşlemûn got 40 kesên ku hatine dûrxistin ji ber di teqîbata Îsraîlê da ne naxwazin ji çapemeniyê ra biaxivin.
Heşlemûn got ji ber ku nahêlin têkevin Mescida Eqsayê di meha remezanê da wek mirabitan li ber Deriyê Şêran ê Herema Şerîfê kom dibin, li vê derê fitara xwe vedikin û nimêja terewîhê dikin.
- "Parastian Mescida Eqsayê wezîfeya mislimanên azad e"
Heşlemûn bal kişand ser girîngiya parastina Mescida Eqsayê û wiha pê da çû:
"Parastina Mescida Eqsayê wezîfeya ser mislimanan e. Dûrxistina ji Mescida Eqsayê li merivan zor tê. Biryareke zaliman ye. Em dibêjin 'Xêncî Xwedê dostê me tune. Xwedê dostekî çiqas baş e.' Ez cînarê Mescida Eqsayê me, ji vê derê dengê azanê dibihîzim. Lêbelê nikarim li vê derê nimêj bikim. Ev rewşeke zehf zor e."
Heşlemûn wiha pê da çû: "Ji ber parastinê ku ji Mescida Eqsayê bêm dûrxistin ev ji min ra rûmet e. Meqamên Îsraîla dagirker bi polîtîkayên tirs û bêdengkirinê va dixwaze em Mescida Eqsayê neparêzin. Lêbelê ev quweta me zêde dike û ji berê zêdetir dixwazin mescidê biparêzin."