QUDIS
Polêsên Îsraîlê nahêlin misilmanên ji 50 salî biçûktir ji bo nimêja înê herin Mescida Eqsayê.
Berdevkê Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Îsraîlê Mîcky Rosenfelt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em ê tenê destûrê bidin jinan û mêrên ji 50 salî mezintir ku herin Mescida Eqsayê."
Rosenfelt destnîşan kir ku qedexeyê heta êvarê dewam bike.
Polêsên Îsraîlê yek bi yek nasnameyan dinhêrin.