Muhammed Emin Canik
24 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2023
Hat daxuyandin ku artêşa Îsraîlê di êrîşên ku birin ser Xeta Xezeyê da 2 rojnamegerên din ên Filistînî jî kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Xezeyê hat dayîn, rojnameger Mihemed Yûnis ez-Zeytûniyyeyê ku di radyoya Er-Reyê ya Filistînê da endezyarê deng e û rojnameger Mihemed Ebdulxaliq el-Afê ku di ajansa nûçeyan a Er-Reya Filistînê da nûçegihanê fotoyan e, di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin.
Hat gotin, her du rojnameger jî di êrîşa ku Îsraîlê li Xezeyê xaniyê malbata "Zeytuniyye"yê bombebaran kir da hatin kuştin û jimara rojnamegerên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va li Xezeyê di êrîşan da kuştin, derket 103yan.
Di daxuyaniya Ofîsa Medyayê da hatibû gotin ku Îsraîlê li Xezeyê ji bo "kerkirina mijara Filistînê, veşartina rastiyan" rojnameger bi qestî kuştin.