İbrahim Atmaca
10 Tebax 2020•Rojanekirin: 10 Tebax 2020
Balafirên şer ên Îsraîlê li bakurê Xezeya ku di binê ablûqeyê da ye, li baregeheke Hamasê xist.
Balafirên şer ên Îsraîlê, li bakurê Xezeyê baregeheke Îzzeddîn el-Qassamê şaxa eskerî ya Hamasê bi roketan bombebaran kir.
Piştî êrîşê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê hê tu daxuyanî nedaye bê ka mirî hene, an na.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee daxuyanî da û diyar kir, ji ber ku ji Xezeyê balonên ku dibin sedema şewatê avêtin Îsraîlê, loma êrîş hat kirin.