Muhammed Emin Canik
21 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2023
Artêşa Îsraîlê ragihand, li Xeta Xezeyê di pevçûnan da 3 eskerên wan ên din jî hatin kuştin û 8 esker jî xedar birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin, ji Tûxaya Nahalê ya Taxbûra 931ê Çawiş Lavî Xasî (19) di pevçûnên li bakurê Xezeyê da hat kuştin.
Di daxuyaniyê da he wiha hat gotin ku ji Taxbûra Gefenê Texmen Yaacov Elian (20) û ji heman taxbûrê Texmen Omri Shwartz (21) di pevçûnên li bakurê Xezeyê da hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê her wisa di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di pevçûnên li Xezeyê da 8 eskerên wan jî xedar birîndar bûn.
Bi vî awayî ji 7ê Cotmehê û vir va hejmara eskerên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê di pevçûnan da hatin kuştin derket 469an.