QAHÎRE
Li Misrê Tevgera Neteweyî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di wê nivîse de hat diyarkirin ku ji bo tevgera derbexwazan binpê bikin û şoreşa ku di 25ê Rêbendanê de hat kirin, paş ve bînin li qadan kom bibin û bêemriyê zêdetir bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê şoreşa xwe wergire û rûreş jî dê birevin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê di serî de hêzên şoreşger û hemû Misrî bibin yek û cudatiya fikr û ramanan deynin aliyekî. Ji bo ku Misir, vê tengasiyê ji holê rake divê her kes bixebite û li gor destkeftiyên şoreşa 25ê Rêbendanê tevbigere.
Li gor daxuyaniyê dijberên derbeyê her ku diçe zêde dibin.