ÎSTANBÛL
Beşîktaş, di pêşbirka playOffa Lîga Şampiyonan ya ÛEFAyê de, îşev bi tîma Arsenal a Îngîlterê re tê hemberî hev.
Pêşbirk dê li Stada Olîmpiyata Ataturkê di saet 21.45an de dest pê bike. Ji Federasyona Fûtbolê ya Sirbîstanê Mîlorad Mazîc dê hakemtiya pêşbirkê bike. Mîlovan Rîstîc û Dalîbor Djûrdjevîc jî dê alîkariya hakem Mazîc, bikin.