ÎSTANBUL
Di 6emîn hefteya sezona 2014-2015an a Lîga Super a Spor Totoyê de Galatasaray û Fenerbahçe dê îşev bên hemberî hev.
Di heman demê de ev pêşbirk jî derbiya ewil a vê heyama Lîga Super a Spor Totoyê ye.
Pêşbirka di navbera her du tîman de îşev di saet 19.00an de li stada Turk Telekom Arenayê dê dest pê bike. Hekemê derbiyê Cuneyt Çakirê ku xwediyê kokarda FIFAyê ye û Alîkarên wî jî Bahattîn Duran û Tarik Ongun in, hekemê 4an jî Alpaslan Dedeş e.
Di 5 hefteyên borî yên Lîga Super a Spor Totoyê de her du tîm jî li hemberî dijberên xwe 3 caran bi ser ketin, carekê berambere man û carekê jî têk çûn.
Niha puanê herdu tîman 10, golên ku avêtine dijberên xwe jî 6 in, lê golên ku Galatasarayê ji dijberên xwe xwariye 4 yên ku Fenerbahçeyê xwariye jî 5 in. Ji ber vê yekê jî di Lîga Super a Spor Totoyê de Galatasaray tîma 3yan e, Fenerbahçe jî tîma 4an e.