23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê da destpêkirin da 93 eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) şehîd ketin, 357 esker jî birîndar bûn.
Li herêma ku lê Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) va hatibû destpêkirin hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) xebatên lêgerînê didomînin.
Hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê gelek bombeyên ji hêla terorîstan va hatine bicihkirin îmha kirin, di tunelên ji hêla YPG/PKKyê va tên bikaranîn da jî lêgerînê dikin.
Li gor agahiya ji rayedaran hat hildan ji destpêka herekatê heta niha 93 eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê şehîd ketin, 357 esker jî birîndar bûn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 13ê Cotmehê da di axaftina xwe da gotibû hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bi qehremanî hewl didin cih û war ji terorîstan bên paqijkirin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di Maseya Edîtoran a AAyê da wiha gotibû: "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di herekatên beriya vê da jî, di vê herekatê da jî karekî mezin kir."