18 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2019
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser lihevkirina di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da wiha got: "Ev lihevkirin li gorî MHPyê bi qîmet e"
Bahçelî lihevkirina di navbera Amerîka û Tirkiyeyê ya ku duh li ser Herekata Kaniya Aştiyê hatibû îmzekirin nirxand.
Bahçelî wiha got: "Ev lihevkirina di navbera Tirkiyeyê û lijneya Amerîkayê da hat kirin li gorî MHPê bi qîmet e."
Bahçelî got ku Dewleta Komara Tirkiyeyê her dem hûrmetê nîşanî Peymana Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî dide û vê jî didomîne û wiha axivî:
"Welatê me bi heq bû. Pozîsyona wê jî meşrû bû. Ev çend caran ji dinyayê ra hat gotin. Serokomarê me û hikûmeta me jî tawîz nedan. Ez wan ji ber vê ji dil û can pîroz dikim."