Türkan Tosun
03 Adar 2020•Rojanekirin: 04 Adar 2020
Li bajaroka Tadifê ya li ser navçeya Babê ya Sûriyeyê di navbera rejima Esed û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê da pevçûn çêbû.
Ji ber ku hêzên rejimê hewl dan ji bajaroka Tadîfê derbasî Babê bibin, di navbera wan û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê da pevçûn çêbû.
Di pevçûnan da kes nemir û birîndar nebû.
Navçeya Babê bi operasyona Mertalê Feratê va ji DEAŞa rêxistina terorê hatibû paqijkirin. Hêzên rejimê gelek caran hewl dide bigîhije Babê.
Ji ber ku Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê navçe bi dest xistibû endamên DEAŞê vekişiyabûn bajaroka Tadîfê. Rêxistina terorê bêpevçûn bajarok ji hêzên rejimê ra hîştibûn.