Ahmet Aydın
06 Adar 2020•Rojanekirin: 06 Adar 2020
Wezareta Berevaniya Neteweyî (WBN) ragihand ku li herêma Herekata Mertalê Biharê 2 esker şehîd ketin, 3 esker birîndar bûn.
Derbarê êrîşa ku hat hînbûn beriya peymana ku digel Rûsyayê ji bo Îdlibê hat îmzakirin hat lidarxistin, Wezaretê daxuyand ku unsûrên rejimê li dijî eskerên artêşa Tirkiyeyê yên li herêma herekatê êrîş li dar xistin.
Wezaretê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku demildest bersiva êrîşê hatiye dayîn û wiha hat gotin:
"Rehma Xwedê li eskerên ku şehîd ketine be, Xwedê sebrê bide malbata wan. Serê artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê esîl sax be. Xwedê şîfayê bide personelên me yên birîndar."