Endamên Kluba Çiyageriyê ya Armadayê ya Gazîentabê li Zozanê Dumanliyê ya li Duziçiya navçeya Osmaniyeyê meşiyan.
Ersin Şimşek
02 Mijdar 2026•Rojanekirin: 02 Mijdar 2026
photo: Ersin Şimşek / AA
OSMANIYE
Çiyager li Zozanê Dumanliyê ku bilindahiya wê 1200 mêtro ye, yê li Çiyayên Amanosê yên di nav sînorên Osmaniyeyê da ye civiyan.
Endamên klubê li siruşta ku bi rengên zer û qehweyî yên payîzê va xemiliye meşiyan û wêne kişandin.
Serokê Kluba Çiyageriyê ya Armadayê ya Gazîentabê Abdurrahîm Açikgoz got ew li cihên cûda yên herêmê dimeşin û kêfa wan li siruşta Duziçiyê jî hatiye.
Gulcan Çikima ku beşdarî meşê bû jî heyraniya xwe ya ji bo siruşta Zozanê Dumanliyê anî ziman û wiha got: "Bi rastî dema ku ez têm li van deran ez pê dihesim ku ez nefesê hildidim."