Emin Tezerdi
28 Hezîran 2026•Rojanekirin: 28 Hezîran 2026
Mert Efe Şahînê ku li Taxa Asfaltê, li herêma Balkarê kete gola avdanê piştî demekê ji çavan dûr ket.
Kesên li derûdorê caw dan Navenda Banga Acîl a 112yê.
Li ser cawdayînê, ekîbên agirkuj, tenduristiyê û noqavên polêsan ên Midûriyeta Ewlehiya Bajêr çûn cihê bûyerê.
Noqavan piştî lêgerînê cinazeyê Şahîn ji golê derxistin.
Ji bo ku otopsî bê kirin cinaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşiyê.