Rüştü Nesip Çiftçi
08 Îlon 2026•Rojanekirin: 08 Îlon 2026
Li Solhana navçeya Bîngolê TIR û wesayîtek li hev qelibîn, 4 kes birîndar bûn.
TIRa ku nasnameya şofêrê wê û plaqeya wê hê nediyar e, li taxa Yenî Mahalleyê li ser Kolana Mehmet Turksever bi wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 34 HSK 549 e qelibî.
Di qezayê da 4 kesên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Ekîban birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Solhanê.