Bilal Çelikten
25 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2026
Li Çermîka navçeya Diyarbekirê du malbatên neyar bi merasimê hatin lihevanîn.
Di navbera malbatên Yildiz û Ozturk da di 17ê adara 2023yan da ji ber çêrandina heywanan neyartî derket.
Bi teşebûsên rîspiyan malbatan qebûl kir ku dawî li neyartiyê bînin.
Malbatên ku li Fermandariya Cendirmeyan a Guruzê hatin bal hev piştî ku Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hatin kirin hev hembêz kirin û li hev hatin.
Malbatan spasiya kesên ku ji bo aştiyê ked dan, kir.
Qaymeqamê Çermîkê Adem Karataş, Şaredarê Çermîkê Şehmus Karamehmetoglu, Miftiyê Navçeyê Burhan Kizilarslan, rîspî û malbat beşdarî bernameyê bûn.