Emin Ferhat Sevilir
24 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Otomobîla bi plakaya 06 FV 7339 a ku R.M diajot li texma Kantarlarê ya rêya Erzincan-Sêwasê ji kontrolê derket û welgeriya.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da ajokar û 3 jê zarok 5 kesên di wesayîtê da birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim, hat hînbûn ku xetereya jiyana birîndaran tune.