Halil İbrahim Sincar, İbrahim Toprak, Abidin Yel, Aydın Arik
08 Tebax 2026•Rojanekirin: 08 Tebax 2026
Li Herêma Başûrê Rojhilat kesên ku di bin tîrêjên rojê û li ber agir dixebitin, di nava wan kesan da ne ku herî zêde ji ber germahiya ku ji 40 pileyî derbas dibe, bandorê dibînin.
Kesên ku herî zêde ji ber hewaya germ bandorê dibînin, ew karker in ku li cihên vekirî, wekî şantiyeyên avahîsaziyê û karên rê û herwiha li ber tavê yan jî nêzî çavkaniyên germa zêde dixebitin.
Karkerên ku tevî germê jî karê xwe didomînin, hewl didin bi riya navberên kurt yên di nava rojê da xwe ji bandorên wê biparêzin.
- Diyarbekir
Li Diyarbekirê ku germahiya hewayê carinan ji 40 pileyî derbas dibe, germahiya "wekî ku mirov hîs dike" digihîje 45 pileyan.
Hosteyên doner, pide û kebabê li bajêr karê xwe di bin şert û mercên dijwar da dikin, li kêleka agir di germahiyek giran da dixebitin.
Hakki Korê aşpêjê donerê li xwaringeheke li navçeya navendî ya Sûrê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew di mehên havînê da zehmetiyê dikişîne ku karê xwe bike.
- Mêrdîn
Karkerên ku di karên asfaltkirina rêyan da yên ji aliyê Midûriyeta Karên Teknîkî ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê va têne meşandin, dixebitin; hem ji germahiya hewayê û hem jî ji wê germahiya ku ji asfalta germ ya li ser rê tê belavkirin, bi awayekî neyînî bandorê dibînin.
Ji ber germahiya zêde kar bi awayekî nobetî tê meşandin.
Umît Çakarê ku endamê tîma çêkirina rêyan e, diyar kir ku germahiya hewayê li bajêr carinan derbasî 45 pileyan dibe.
- Batman
Li Batmanê jî tevî hewaya germ, xebatên danîna kevirên rê bênavber berdewam dikin.
Kamil Gudayê yek ji karkeran, diyar kir ku ji ber germahiya hewayê ew bi şewqeyan dixebitin.
Cabir Guda jî her wiha diyar kir ku wan bi xebata rojane ya 8 saetan karê rê ku nêzîkî 450 metreyan li xwe digire, pêk anîne.
- Şirnex
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî nanpêjên ku li ber firinan dixebitin, bi germeke dijwar ra rû bi rû dimînin.
Ew di saetên serê sibehê da dest bi kar dikin û di nava germê de hewleke mezin didin da ku nanê teze û germ bigihîje sifreyên mirovan.
Nanpêj Kasim Varişli diyar kir ku ew di hewaya germ da di şert û mercên dijwar da dixebitin.