Beşir Şavur
22 Îlon 2026•Rojanekirin: 22 Îlon 2026
Li Artukluya navçeya Mêrdînê, pîkap û otomobîl li hev qelibîn û di encamê da kesek birîndar bû.
Pîkap û otomobîla ku navê ajokarên wan û plaqeyên wan hê nehatine tesbîtkirin, li Taxa 13ê Adarê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristî, polês û îtfaiyeyê şandin cihê qezayê.
Di qezayê da kesek birîndar bû.
Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.