Sabri Yıldırım
16 Gulan 2026•Rojanekirin: 16 Gulan 2026
Otomobîla bi plaqeya 49 AR 902 ku T.N. diajot, li xaçerêya Karaagaçê ya li ser rêya Mûş-Bidlîsê ji kontrolê derket û li dîwarê kargeheke ar qelibî.
Piştî îxbarê tîmên tenduristiyê, cendrime, AFAD û agirkujiyê çûn herêmê.
Ajokar û 3 kesên ji heman malbatê N.N., R.N., û H.N. ku di qezayê da birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Ajokar T.N.yê ku rewşa wî giran bû, tevî mudaxeleya bijîşkî jî li nexweşxaneyê mir.