Cüneyt Çelik, Ali Çelik
17 Îlon 2026•Rojanekirin: 17 Îlon 2026
Li Qaxizmana navçeya Qersê kamyoneteke ka lêbarkirî bû welgeriya, 4 kes birîndar bûn.
Kamyoneta ku ka lêbarkirî bû ya ku şofêrê wê Î.B. û plaqeya wê 36 AAJ 379 e li nêzîkî gundê Yaglicayê welgeriya.
Li ser cawdayînê ekîbên cendirmeyan, tenduristiyê, Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê (AFAD) û yên agirkuj, lêgerîn û xelaskirinê yên Şaredariya Qaxizmanê çûn cihê bûyerê.
Ekîbên agirkuj û AFADê birîndarên ku di kamyonetê da asê mane derxistin û teslîmî ekîbên tenduristiyê kirin.
Şofêr Î.B û S.Ç, G.Ç ve O.K. yên ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li Qersê û Qaxizmanê.