Hüseyin Demirci
23 Hezîran 2026•Rojanekirin: 23 Hezîran 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê, siruşta ku bi barîna baranê ra hişyar bû, bi hêşînahî û dîmenên heywanên beyanî va balê dikişîne.
Li Sariqamîşa ku li Tirkiyeyê ji cih û warên herî raqimbilind e, daristanên çamên zer wargehê heywanên beyanî yên wekî hirçê boz, gur, rovî, berazê çolê, sîmore û bazê gevez e.
Li Baxçeyê Gel ê Harun Hayalî yê li Taxa Înonuyê ya ku germahiya hewayê gihîşt 20 pileyî, sîmoreyên sor ketin ber kamerayan ku li ser şaxên daran çûn hatin û kozalak kotin.
Li Rasta Hançerliyê jî bazên gevez ên derketin nêçîrê, ketin ber kamerayê.