Cuma Sarı
16 Mijdar 2026•Rojanekirin: 16 Mijdar 2026
Li Sîwerêga navçeya Şanliurfayê motorek welgeriya şerampolê, şofêrê wê mir.
Motora ku şofêrê wê Mehmet Zengîn û plaqeya wê 55 RJ 718 e li ser rêya Sîwerêg-Hîlvanê di kîlomêtroya 5emîn da welgeriya şerampolê.
Li ser cawdayînê ekîbên tenduristiyê û polês çûn cihê qezayê.
Şofêr Zengîn di qezayê da giran birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîwerêgê.
Li hemberî hemû hewldanan ew ji mirinê nefilitî.
Piştî ku kar û bar qediyan, cinazeyê Zengîn teslîmî malbata wî kirin.