Fadıl Aslan
04 Gulan 2026•Rojanekirin: 04 Gulan 2026
Li navçeyê ji ber taviya baranê ya duh dest pê kir û îro jî dewam kir, coybarê Xabûrê di ser ra avêt.
Rêbejaya Beytuşebab-Faraşînê ji ber zinarên bi avê ra hatin, hat girtin.
Li gundê Ayvalilê jî 4 mal di ber avê da man, rêya gund xira bû.
Her wiha Pira Şehîdan a li gund jî di ber avê da ma.
Ekîbên Qaymeqamtiya Beytuşebabê û Rêveberiya Taybet a Navçeyê li gund xebat da destpêkirin.