Mehmet Niyazi Deniz
03 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2026
Li Şêrwana navçeya Sêrtê berhevkirina çîlekan hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Waliya Sêrtê, Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya û hevjîna wî Nurten Kizilkaya, di çalakiyeke li gundê Kesmetaşê da ligel hilberîneran çîlek kom kirin.
Di bernameyê da Qeymeqamê Şêrwanê Ahmet Alî Altintaş, Midûrê Çandinî û Daristanê yê Sêrtê Mustafa Şanverdî, Mixtarê Gundê Kesmetaşê Abîdîn Ensarî, Seroka Kooperatîfa Jinan ya Beykiziyê Buşra Ensarî, hilberîner û şêniyên gund amade bûn.
Beşdaran bi hev ra çîlek kom kirin.