Yılmaz Kazandioğlu
13 Tebax 2026•Rojanekirin: 13 Tebax 2026
Xebatên asfaltê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê va li taxên çolter hatin destpêkirin, dewam dikin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, xebatên ji bo baştirkirina binesaziya çûyîn û hatinê li seranserê bajêr dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da, xebatên asfaltê yên li ser rêya komî ya ku çûyîn û hatina tax û gundan peyda dike, li navçeya Erdîşê tên kirin.
Tê payîn ku di nav hefteyekê da li ser rêya ku xebatên binesazî, sersazî û danîna xîmê ya bi plentmîksê (PMT) va berê hatibûn kirin, xebatên asfalta germ bên temamkirin.
Mixtarê Taxa Toprakliyê Çetîn Arslan got taxa wan ji avabûna wê û vir va cara ewil e ku bû xwediyê rêyeke asfalt a germ.
Ji gundiyan Okan Arslan jî anî ziman bi van xebatan va hatin û çûyîna li ser van rêyan bêtir rehet dibe.