İbrahim Atmaca,Haydar Şahin
10 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Turk Telekom û Ajansa Anadoluyê (AA) li hev kir û nûçeyên ku AA serwîs dike jî li Pirtûkxaneya Telefonê hatin zêdekirin.
Pirtûkxaneya Têlefonê projeya berpirsiyariya civatî ya Turk Telekomê ye. Turk Telekom li gor daxwaz û pêdiviyên kesên nebîna naveroka projeyê dewlemend dike. Pirtûkxaneya Têlefonê herî dawîn di sala 2016an da sepana xwe ya mobîlê ji bo xizmetê vekiribû û serwîsa nûçeyên rojane ya AAyê jî li sepanê zêde kir.
Ajansa Anadoluyê û Turk Telekomê li hev kir û ji bo bikarhênerên nebîna li Pirtûkxaneya Têlefonê rojeva Tirkiye û dinyayê hat zêdekirin. Di Pirtûkxaneya Têlefonê da ji bilî serwîsa nûçeyên AAyê, di 50 kategoriyên cuda da pirtûk, fîlmên bideng, ezmûnên ceribandinê û tabloyên wênesazên navdar hene.
Hetanî îro ji 230 hezar carî zêdetir li Pirtûkxaneya Têlefonê ya ku Turk Telekom wek projeya berpirsiyariya civakî bi hevkariya Laboratuvara Perwerde û Teknolojiyê ya Kesên Nebîna ya Zanîngeha Boxazîçiyê va rêva dibe hatiye gerîn û kêm zêde 4,6 milyon deqîqeyî hatiye guhdarkirin, di 4 mehan da 12 hezar carî bernameya mobîlê hatiye daxistin.
Herî zêde ji Stenbol, Îzmir û Erziromê li Pirtûkxaneya Têlefonê geriyan, herî zêde jî pirtûka Bobelîska Qumê ya James Rollîns hat guhdarkirin. Xêncî vê, pirtûka Dinyaya Windabûyî ya Sîr Arthur Conan Doyleyê nivîskarê îngilîz û pirtûka Çîgîltepe ya Cîhagîr Akşît a ku qala jiyana leşkeriyê ya Mîralay Reşat Beg dike eleqe dîtin.
Pirtûkxaneya Têlefonê ya xizmeta naveroka bideng ji bo wekheviya firsendê ji kesên nebîna ra hat amadekirin. Kesên ku dixwazin dikarin li nimareya têlefonê ya "0800 219 91 91"î bigerin an jî ji platformên IOS û Androîdê bê pere daxin. Ji bo ku ji vê serwêsê îstifade bikin dibê kesên nebîna bi belgeya xwe ya astengdariyê va serî li GETEMê bixin û ji wê derê şîfreyê bistînin.