İbrahim Atmaca
01 Gulan 2019•Rojanekirin: 02 Gulan 2019
Navenda Piştgiriya Malbatê (ADEM) ya li Çukurcaya navçeya Hekariyê bi saya qursên hatine vekirin û çalakiyên hatin lidarxistin bû hêlîna duyemîn a jinan.
Qaymeqamtiya Çukurcayê ji bo ku jin zêdetir tevlî jiyana civakî bibin û bibin xwedî pîşe ADEM ava kir û bi rêya ADEMê di qadên curbecur da bernameyên perwerdeyê li dar dixe.

Bi piştgiriya Midûriya Perwerdeyê ya Gel qursên cil û berg, dirûn û neqşê û tevna xalîçeyan hatin vekirin û 71 jin beşdarî qursan dibin. Jin ji hîndekarên pispor perwerdeyê hildidin, him pîşe hîn dibin him jî bi firotina ber û berhemên ku çêdikin va piştgiriyê didin budçeya malbata xwe.
Qaymeqam Temel Ayca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi tevkariya qaymeqamtî û şaredariyê va wan avahiyeke li perê navçeyê kir navend.

Ayca destnîşan kir ku li navçeyê ji 70yî zêdetir jin tên navendê û perwerde dibin.
Hîndekara pispor a ADEMê Nurcan Alkanê jî spasiya kesên ku piştgiriya vekirina navendê kirin, kir û got ku jin bi saya vê navendê xwe pêş dixin.
Medîne Alkişa hîndekara pispor a qursa tevnê jî got ku ew li navendê tevnê hînî jinan dike û bi dahata bi dest dixe va jî 4 zarokên xwe dide xwendin.