İbrahim Atmaca
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 11 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Koma Meşê (Grup Yuruyuş) ku bi sirûdên berxwedanê tê nasîn, albuma xwe ya çarem a muzîkê bi navê "Yollara" derxist.
Album ji Weşanên Ekînê derket, ji 15 berheman pêk tê û tê da helbestên Mehmet Akîf Ersoy, Erdem Bayazit û Alî Emre jî hene.
Di albumê da weke sirûd, ezgî û helbestê gelek cure hene û di piraniya besteyan da îmzeya solîstê komê Mehmet Alî Aslan heye.
Ji bilî Tirkî du berhemên Erebî û berhemeke Zazakî jî di albumê da hene û tê da ji Filistînê heta 15ê Tîrmehê li ser gelek mijaran disekinin.
Albuma Yollara wek CD li marketên dîjîtal jî tê firotin.
- Koma Meşê
Sê albumên bi navê Meşa Hêviyê (Umuda Yuruyuş), Roja Bexşandinê (Adaniş Gunu) û Hurriyyayê hene û carinan bi stranên xwe jî tê rojevê.
Komê ji bo berxwedana 15ê Tîrmehê sirûd û stranek çêkir, herî dawîn ji bo Rezan el Neccara ku di Meşa Mezin a li Filistînê da hatibû kuştin stranek çêkiribû.